Rojava | Servanên Kurd li Efrînê bi ser leskerên Tirk û komên çekdar de girtin...
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şervanên Kurd ên Rojava li Efrînê operasyonek li dijî leşkerên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wan pêk anîne û hejmarek çekdar hatine kuştin.
Li gor FarsNewsê ku dispêre çavkaniyên herêmê, hêzên Kurd li Efrînê û navçeya Cindirêsê bi ser hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên bi Tirkiyê re tevdigerin de girtine.
Çavkaniyên herêmê didin xuyakirin, di encama êrîşa moşekî ya HSDê li gundê Kimar ê Efrînê de ku bi ser komên çekdar de pêk aniye, çekdarek hatiye kuştin û 5 jî birîndar bûne.
Herwiha hat diyarkirin ku piştî vê êrîşê, komên çekdar jî bi tankan êrîş birine ser gundê Kimarê û gundên derdorê.
Rojnameya El Watan jî ragihand ku Eniya Rizgariya Netewî (ERN) ku ketiye şûna artêşa azad û Tirkiye piştgiriya wan dike, bi rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ-El Nusra) ku demek berê piraniya Idlibê kontrol kiriye re di nav hevkariyê de ne.
Li gor rojnameyê HTŞ û ERN li Rojhilatê Firatê gefa êrîşê li HSDê dixwin ku digel hêzên artêşa Tirkiyê yên herêmê kar dikin.
Tirkiyê di rêkeftina Soçiyê ya bi Rûsyayê re de, soz dabû ku HTŞê bêçek bike, lê berevajî wê HTŞ her diçe erdên xwe zêde dike û êrîşan dike.
Nûçeya Kurdî – Werger - PeyamaKurd

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin