“Rojava perçeyek ji axa Sûrî ye nayê veqetandin”

05 cotmeh 2018 23:51
“Rojava perçeyek ji axa Sûrî ye nayê veqetandin”

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînin derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de axivî û got ku divê Kurd li ser axa xwe azad bin lê ew dever beşek ji xaka Sûriyê ye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînin derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de got: “Em di wê baweriyê de ne ku ew xaka di destê hêzên Kurdî de beşek e ji xaka Sûriyê, ku nabe jê bê cudakirin.

Sergey Verşînin wiha axivî: “Em di wê baweriyê de ne ku xaka Kurd, yanî ew axa Kurd li ser dijîn ku hejmareke zêde xelkê Ereb jî li van deveran dijîn, helbet beşek e ji xaka Sûriyê ye ku divê jê neyê veqetandin. Divê Kurd li wê deverê xwe baş û azad hîs bikin.”

Herwiha Verşînin da zanîn, ku pêwendiyên di navbera hêzên Kurd û hikûmeta Sûriyê de berdewam in û daxwaza me ew e ku li hevkirinek di nav herdu aliyan de pêk were.