Rojava | MSD: Bi parastina navdewletî be, em ne li dijî herêma ewle ne

17 rêbendan 2019 17:58
Rojava | MSD: Bi parastina navdewletî be, em ne li dijî herêma ewle ne

PeyamaKurd - Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer ji televizyoneke Kurdistanê re radigihand, hta niha helwesta Amerîkayê derbarê herêma ewle de ne zelal e û ew heke bi ewlekariya navdewletî herêm û mafên pêkhateyan were parastin ne li dijî ne.

Hevseroka MSDê Emîne Omer ji K24ê re got, “Em wek MSD û Rêveberiya Xweser dibînin ku dema Amerîka ji deverê vekişe, divê gerentiya ewlehiya vê deverê û hemû pêkhatiyên tê de dijîn bide û rê nede Tirkiye ti carî êrîş bike.”

Omer destnîşan kir: “Wek helwesteke giştî em ne li dijî avakirina herêma ewle ne, ku tê de mafên hemû pêkhateyên tê de bên parastin û di bin ewlekariya navdewletî de be û hêzên derbasî vê herêmê bibin bi biryareke navdewletî derbas bibin, yan jî hêzên HSD û Hevpeymaniya Navdewletî bin. Lê em ti carî qebûl nakin ku ew herêma ewle di bin kontrola Tirkiyê de be, ji ber ku em dizanin ku armanca Tirkiyê dagîrkirina perçeyekê ji xaka Sûriyê ye.”

Emîne Omer diyar kir, heger pirsgirêkên wan bi riya diyalogê re çareser bibin, ew amade ne bi her aliyekî re diyalogê bikin û li ser helwesta Rûsyayê jî got ku Rûsya dixwaze em herêmên xwe radestî rejîma Sûriyê bikin, lê em vê ti carî qebûl nakin, ji ber ku 5 sal in ezmûneke demokratîk lê heye.