Rojava | Li navenda Qamislo depoyek hat bombe kirin

13 cotmeh 2022 17:40
Rojava | Li navenda Qamislo depoyek hat bombe kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 13ê Cotmehê piştî nîvro li navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê depoyek hat bombe kirin.

Li gorî zanyariyan teqîn li derdora demjimêr 15:30 li nêzî rêya hawirdor (Hîzam) pêk hatiye û depoyeke ku berê madeyên plastîk tê de hebûn hatiye armanckirin û bûye sedema ziyanên madî.

Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku dibe ew depo ji aliyê Tirkiyê ve bi droneke bombekirî yan jî topan hatibe armanckirin.

Derbarê teqînê de, hîn rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê (Rojava) daxuyanî nedaye.