Rojava | Herêma Kosovoyê 11 welatiyên xwe yên kampên DAISê wergirtin

19 tîrmeh 2021 22:12
Rojava | Herêma Kosovoyê 11 welatiyên xwe yên kampên DAISê wergirtin

PeyamaKurd - Herêma Kosovo 11 welatiyên xwe yên ku di nava DAIŞê de bûn, ji kampên Rojavayê Kurdistanê wergirtin û vegerandin welatê xwe.

Serokê Navxwe ya Herêma Kosovoyê Xhelal Sveçla li Twittera xwe ragihand, 11 welatiyên wan roja Şemiyê ji Sûriyê gihîştin Kosovoyê, bêyî ku diyar bike, ew mêr, jin an jî zarok in.

Xhelal Sveçla got: “Kosovo hîna endameke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û em ê di rûbirûbûna tundrewî û terorê de berdewam bin.”

Sveçla diyar kir, heta niha dora 90 welatiyên wan li Sûriyê ne, hin ji wan çekdar bûn û beşê mezin jî jin û zarokên çekdaran in.

Kosovo yekemîn herêma Ewropayê ye ku ji du salan ve 110 welatiyên xwe bi hevkariya Amerîkayê ji Sûriyê vegerandine.

Li gor zanyariyan, gelek welatiyên Kosovo tevlî rêxistinên terorê li Sûriye û Iraqê bûne.

Bi hezaran malbatên DAIŞê li kampên Rojavayê Kurdistanê hene û Rêvebiriya xweser dibêje, rewşa van malbatan pêwîstiya wê destêwerdaneke navdewletî ye heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji kampan werbigirin.