Rojava | ENKS û PYDê li ser 5 prensîbên siyasî li hev kir...

17 gulan 2020 21:53
Rojava | ENKS û PYDê li ser 5 prensîbên siyasî li hev kir...

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan, aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ku bi navbeynkarî û hewlên Amerîka û Fransayê ev demek e hevdîtinan dikin, li ser 5 prensîbên siyasî li hev kirine.

Di nav wan prensîbên lihevkirin li ser çêbûye de, ‘sîstema federalî ya ku hemû mafên rewa yên Kurdan misoger dike û yekîtiya aliyên Kurd li ser jeopolîtîka çareserkirina doza Kurd’ cî digirin.

Di reşnivîsa rêkeftinê de, naskirina mafên netewî yên Kurdan li gorî peymanên navnetewî û avakirina desteyeke bilind a nûnertiya hemû aliyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike jî cî digire.

Li gorî zanyariyan hevdîtinên navbera partiyên ENKSê û PYD (TEV-DEM’ li baregeha leşkerî ya Amerîka ya Hesekê bi beşdariya Şêwirmendê Taybet ê Amerîka William Robak, gelek caran rasterast hatine kirin.

Dîsa Fransa jî bi heyeteka Wezareta Derve ya dîplomatîk li herêma Rimêlanê rojên 5-8ê Gulanê bi aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hevdîtinên rojan dom kiriye pêk anîye.

Aliyên Kurd li hev kirin

Piştî civînan li ser helwesteke yekgirtî li beramberî opozîsyona Sûriyê û beşdariya forûmên navdewletî yên derbarê krîza Sûriyê de lihevkirin çêbûye ku ji bo heyeteke hevbeş jî a danûstandinên derve jî rêkeftine.

Herwiha ji bo guftûgokirina mijarên din ên nakokî li ser hene jî biryara hatiye dayîn dawiya vê mehê bicivin û gera duyem a danûstandinan pêk bînin.

Tirkiye bi heyeta ENKSê re civiya

Li demeke ku ev civîn berdewam bûn, Wezareta Derve ya Tirkiyê jî 11ê Gulanê bi heyeteke ENKSê re civiya û derbarê hewldanên Amerîka û Fransayê yên bo yekrêzîya navbera aliyên Kurd Tirkiye hat agahdarkirin.

Nûnerên ENKSê mijar wekî mijareke navxweyî ya Sûriyê ji Tirkiyê re destnîşan kirin û gotin, ew dê beşdariya xwe bo civînên navdewletî berdewam bikin.

Herwiha ENKS bi îtilafa Sûriyê ku tê de cî digire re jî civiyaye û ji wan re gotiye, ev pêngave navxweyî ya li ser berjewendiyên Kurdan e ku îtilaf jî pêşwaziyê li van danûstandinên wan dike.

Li gorî zanyariyan îtilafa Sûriyê li sê xalan bi ENKSê re nakok bûye ku pêwîstiya dûrbûna PYDê ji PKKê û rojeva wê ya derve bibîr xistiye.

Dîsa mijara hebûna du hêzên leşkerî, Pêşmergeyên Roj hebûna hêza girêdayî PYDê YPG jî di guftûgoyan de hatine axaftin.

ENKS: Di gera duyem de dahatuya Rêveberiya Xweser hat gotûbêjkirin

Li gorî daxuyaniya kesekî payebilind ji ENKSê di gera duyem a hevdîtinên aliyên Kurd de, li ser Rêveberiya Xweser a ku sala 2014an bi awayê yekalî hatiye ragihandin jî gotûbêj hatine kirin.

ENKSê daxwaza xwe ya rêveberiyeke di bin banê hêzên navdewletî de ku hemû xizmetên aborî û ewlehiyê bistîne û tê de şirîkatiyeke hevbeş hebe kiriye.