Rojava | ENKS û PYDê di warê siyasî de li hev kir

07 gulan 2020 22:42
Rojava | ENKS û PYDê di warê siyasî de li hev kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) piştî civîn û hevdîtinên ev demeke berdewam dikin, di warê siyasî de li hev kirin û biryar e di rojên pêş de jî derbarê pirsên serbazî û rêveberiyê de gotûbêjan bikin.

Li gorî nûçeya Rûdawê ku dispêre çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku hevdîtinên wan ên rasterast bi serpereştiya Amerîkayê berdewam in di warê siyasî de li hev kirine û tu pirsgirêk di navbera wan de nemane.

Li gorî heman çavkaniyan di nvbera PYD û ENKSê de; li ser pêşeroja Rojavayê Kurdistanê, helwesta li hember hikûmet û opozisyonê, pêwendiyên bi welatên cîran re û gelek pirsên din yên çarenivîssaz lihev kirin çêbûye û Amerîka jî wan hevdîtinan birêve dibe.

Endamê meclîsa PYDê Ebdulkerîm Sarûxan da xuyakirin, êdî dem hatiye ku Kurd rêza xwe bikin yek û lêvegereke siyasî ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê çêbibe daku astengên berê nemînin.

26ê Nîsanê Nûnerê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur Rojhilatê Sûriyê William Roeback li gel alîkara xwe serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û bi 22 partiyên Kurdî û bi taybet partiyên ser bi ENKSê û TEV-DEMê re hevdîtin kiribûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li ser serdana şanda Amerîkayê û hevdîtinên wê şandê yên bi partiyên Kurdî re daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku ew civîn û hevdîtin di çarçoveya destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî de ji bo yekrêziya aliyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê de bûye.

Ji bilî Amerîkayê welatê Fransa jî bi awayekî çalak destpêşxeriya lihevkirina navbera aliyên Kurd dike ku herêma Rojavayê Kurdistanê dema şerê cîhanê di bin deshilatiya Fransayê de bû.