Rojava | 'Em hêviya xwe bi hêzên derve girê nadin, ya girîng berxwedan e'

20 berfanbar 2018 17:20
Rojava | 'Em hêviya xwe bi hêzên derve girê nadin, ya girîng berxwedan e'

PeyamaKurd - Berpirsê Komîteya Peywendiyên Doplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl li ser daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê got, ew ti caran hêviyên xwe bi hêzên derve ve girê nadin.

Berpirsê Komîteya Peywendiyên Doplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl Aldar Xelîl ji medyaya Rojavayê Kurdistanê re ragihand, wan ti carî hêviyên xwe “li Bakur û Rojhilatê Sûriyê” bi hêzên derve girê nedaye û wiha axivî:

"Em di pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibin. Tê xwestin ku em vê pêvajoyê baş binirxînin. Tirkiyê hemû rêbazên siyasî û doplomasî bi kar anîn da ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe."

Xelîl diyar kir ku hîn çawaniya vekişandina Amerîkayê diyar nebûye û dubare got: “Hêviyên me ne girêdayî hêzên derve ne, heger bimînin dibe ku sûd ji mayîna wan were girtin, heger biçin jî ya girîng berxwedana gelê me ye.”