Rojava | Di teqîna mayînê de 2 zarokan can da

27 mijdar 2020 23:04
Rojava | Di teqîna mayînê de 2 zarokan can da

PeyamaKurd - Li bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê, di encama teqîna mayînekê de, 2 zarokan can da û 2 zarok jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li nêzîkî gundê Ebû Sira yê bajarokê Eyn Îsayê, mayinek teqiya û di encamê de, 2 zarokan can da û 2 jî birîndar bûn.

Herdu zarokên ku birîndar bûn bo nexweşxaneya Eyn Îsayê hatin veguhestin.