Li Efrînê teqîna mayînê: 2 zarokan can da, 2 jî birîndar bûn
12 nîsan 2021 01:47
PeyamaKurd - Li gundê Mezin ê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, 2 zarokan di encama teqîna mayînekê de can da û du zarok jî bi giranî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan li gundê Mezin ê Efrînê zarokên bi navê Azad Îbrahîm Hisên ê 12 salî û Dilyar Hamo Hisên ê 11 salî di encama teqîna mayînekê de bi giranî birîndar bûn û piştî rakirin nexweşxaneyê can dan.
Herwiha hat zanîn zarokên bi navên Hisên Îbrahîm Hisên ê 10 salî û Nerîn Mihemed Hisên a 16 salî jî di encama teqînê de bi giranî birîndar bûn û niha li nexweşxaneyê jiyana wan di xetereyê de ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Di teqîna li Efrînê de, kesek hat kustin, 19 kes jî birîndar bûn
19 mjd 2023
Cîhan
Li Efrînê di encama teqîna teqemeniyekê de 3 çekdarên Tirkî birîndar bûn
29 rbn 2021
Jiyan
Di teqîna mayînê de 7 zarokan can da
07 nsn 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin