Rojava | Di êrîsa drona Tirk de 2 kes hatin kustin, 2 jî birîndar bûn

04 berfanbar 2024 22:36
Rojava | Di êrîsa drona Tirk de 2 kes hatin kustin, 2 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 4ê Kanûnê droneke Tirkiyê kargeheke şûştina otomobîlan li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên medyayî, drona Tirkiyeyê şuştingeha otomobîlan a bi navê Ararat li nêzî geraca otobusan a bajarê Dêrikê kir armanc. 

Di êrîşê de 2 welatiyên ku li wir bûn can dan û 2 kesên din jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.