Rojava | ‘Belgenameya Serxwebûna Herêma Cizîrê’ hat ragihandin

05 tîrmeh 2020 15:52
Rojava | ‘Belgenameya Serxwebûna Herêma Cizîrê’ hat ragihandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmarek bizavkar û rewşenbîrên Ereb, Kurd û Xiristiyan bi daxuyaniyekê, ‘Belgenameya Serxwebûna Cizîrê’ ango Tevgera Serxwebûna Herêma Cizîrê û Firatê ragihandin û dixwazin ew herêm ji Sûriyê cuda bibe.

Di Belgenameyê de tê gotin, Rêkeftina Sykes-Picot bê vîna xelkê herêma Cizîrê ketiye nav sînorê Sûriyê û peymanên navdewletî jî mafê çarenivîsê didin niştecihên xwecihî yên herêmekê ku mafê çarenivîsê û cudabûnê mafekî siyasî yê rewa ye.

Herwiha hatiye gotin ku mafê Serxwebûna Cizîrê û Firatê karekî siyasî ye û li gorî yasayên navdewletî ye.

Tevgera navborî Encûmeneke Pêwendîdanê ya ji 4 kesan pêk tê jî ava kiriye ku her kesek ji wan ji pêkheteyeke Herêma Cizîrê ye.

Hat zanîn ku serkêşê vê tevgerê rewşenbîrekî Ereb e, lê rewşenbîr û kesayetiyên naskirî bi dijatiya Kurdan, bi tundî êrîşî vê tevgerê dikin û weke xizmetkirina ji projeya cudaxwaziya Kurdan re bi nav dikin.