Rojava | Almanya ji bo vegerandina hemwelatiyên xwe yên DAISî ket tevgerê
PeyamaKurd - Serdozgeriya Federal a Almanyayê ji bo vegerandina hemwelatiyên Alman ên ku malbat û endamên DAIŞê ne û ji aliyê YPGê ve hatine girtin, lêpirsîn da destpêkirin.
Li gor nûçeyên medya Almanî hikûmeta federal ketiye tevgerê û dixwaze bi rêya Heyva Sor a Navdewletî û hêzên Kurd ên Sûriyê, wan hemwelatiyên xwe yên ku ketina nav refên DAIŞê vegerîne.
Hat diyarkirin rojnameyên Grûba Funkeyê ragihandine ku Partiya Çep a Alman pirsnameyek pêşkeşî Wezareta Derve ya Almanyayê kiriye û wezaretê jî bersiv daye û gotiye, “Niha ji bo 14 hemwelatiyên Alman ku yek ji wan jin e re bi hinceta tawanên endamtiya DAIŞê li Sûriyê lêpirsîn hatiye destpêkirin.”
Li gor zanyariyan, niha li Rojavayê Kurdistanê 35 gumanbarên DAIŞê yên hemwelatiyên Alman di girtîgehan de dimînin.
Ji ber ku nûnertiya Almanya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nîne, tê çaverêkirin ew kes bi rêya hevkariya hêzên Kurd û Heyva Sor a Navnetewî bo Almanyayê werin radestkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin