Robert F. Kennedy Jr. Ji hilbijartina serokatiya DYAyê vekisiya

24 tebax 2024 02:27
Robert F. Kennedy Jr. Ji hilbijartina serokatiya DYAyê vekisiya

PeyamaKurd – Namzedê serbixwe yê ji bo serokatiya DYAyê Robert F. Kennedy Jr. ragihand ku ji namzediya serokatiya DYAyê vekişiyaye. Kennedy got ku wê destekê bide kîjan namzedî.

Kennedy ragihandina xwe li Phoenixê di civîna çapemeniyê de kir. Di axaftina xwe de got ku ew di eslê xwe de ji Partiya Demokrate lê ji ber kiryarê wê, di Cotmeha borî de ji partiya xwe veqetiyaye.

Kennedy ragihand ku ew li dijî şerê Ûkraynaye û ji serî de nexwestiye DYA bikeve nav wî şerî. Kennedy got ku Trump biryarê daye ku şerê Rûsya-Ûkrayna biqedîne, eger bibe serokê Amerîkayê, dibêje wê bi Putin re dest bi muzakereyan bike û ev jî têr dike ku destekê bide kampanya Trumpî.

Wisa xwuyaye ku Kennedy wê destekê bide Trump lê wê karibe çiqas bandorê li hilbijartina serokatiya DYAyê bike ew jî babetekî din şirovêye.