Reza Pehlevî ji bo 'Îraneke demokratîk' bang kir
Şehzade Reza Pehlevî yê berê yê sirgûnkirî îdia kir ku rejîma Îranê li ber hilweşînê ye û ji bo "Îraneke demokratîk" bang li civakên kurd, azerî, lor û welatîyên din kir.
RûpelNews - Reza Pehlevî, kurê Şahê berê yê Îranê Mihemed Reza Pehlevî û li sirgûnê dijî, peyamek vîdyoyî derbarê şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de parve kir.
Reza Pehlevî ji hesabê xwe yê fermî yê Xê axivî û behsa civakên kurd, azerî, lor û miletên din kir û got ku Komara Îslamî "di pêvajoya hilweşînê de ye" û banga "Îraneke demokratîk" kir.
Reza Pehlevî, ku li Amerîkayê dijî, di peyamekê de ku weşand, xîtabê welatiyên li Xuzestan, Îlam, Kirmaşan, Kurdistan û Azerbaycana Rojava kir.
Tekez li ser "Yekparçeyiya Axê"
Reza Pehlevî tekezî li ser yekparçeyiya axa welêt kir û diyar kir ku "dîrok û çanda" Îranê dê were parastin.
Pehlevî bi îdiaya ku pergala heyî li ber hilweşînê ye, banga yekîtiya neteweyî kir û li dijî destwerdana derve hişyarî da.
