Rishi Sunak û Qralê Urdunê li Londonê civiyan
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngilîstanê Rishi Sunak û Qralê Urdunê Abdullahê Duyemîn li Londonê civiyan.
Qralê Urdunê Abdullahê Duyemîn, banga "ji bo rawestandina şerê li dijî Şerîda Gazzeyê helwesteke navneteweyî bê dayîn" kir.
Rishi Sunak geşedanên li Rojhilata Navîn û gavên ku ji bo nehîştina zêdekirina rageşiyê li herêmê bên avêtin bi Şahê Urdinê Abdullahê Duyemîn re gotûbêj kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Serokwezîriya Îngilistanê hat dayîn, Sunak û Qral Abdullah roja yekşemê li Ofîsa Jimar 10 ya Serokwezîrtiyê hatin bal hev.
Di hevdîtinê de Sunak careke din destnîşan kir, Îngiltere "piştgiriya mafê Îsraîlê yê parastina xwe dike" û wiha got: "Nabe ku Hamas doza heq a gelê Filistînê xera bike."
Herdu aliyan bi rêveberiyên Filistîn û Îsraîlê re li hev kirin û li ser gavên dîplomatîk ên ku ji bo pêşîgirtina li zêdebûna rageşiya li herêmê werin avêtin, gotûbêj kirin.
Qral Ebdullah û Sunak bal kişandin ser tedbîrên pêwîst ji bo parastina sivîlan, di nav wan de Brîtanî û Urdunî, yên ku di nava êrîşên li Xezayê de hatibûn girtin, û gihiştin lihevkirinekê li ser gihandina alîkariyên mirovî bo kesên hewcedar.
Di daxuyaniyê de her wiha hat eşkerekirin, "Serokwezîr (Sunak) spasiya Qral Abdullah kir ji bo piştgiriya Urdunê ya ji bo welatiyên Brîtanî yên ku dixwazin ji erdên Filistînê yên dagirkirî derkevin, û lîderan li hev kirin ku di roj û hefteyên pêş de di têkiliyên nêzîk de bimînin."
Li gorî nûçeya civîna ajansa fermî ya Urdinê PETRA, Qral Ebdullah diyar kir ku divê korîdora alîkariyên mirovî bê vekirin û alîkariyên lezgîn ji bo Gazzeyê bên şandin.
Melik Ebdullah ku xwest şerê li Gazzeyê û koçkirina bi darê zorê ya filistîniyan rawestîne, hişyarî da li hember koçberkirina Filistîniyan ji ber ku ev yek binpêkirina yasayên navneteweyî ye û wê bandoreke xirab li ser welatên navçê bike.
Qral Abdullah destnîşan kir, divê civaka navneteweyî siyaseta cezakirina komî ya li dijî gelê Gazzeyê red bike, "Ji bo rawestandina şerê li dijî Zîvala Gazzeyê divê helwestek navneteweyî were nîşandan."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin