Rishi Sunak bi Herzog û Netanyahu re civiya û pistgiriya Brîtanyayê dubare kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak, îro 19ê Cotmehê serdaneke piştgiriyê bo Îsraîlê kir û ligel Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog û Serokwezîr Binyamin Netanyahu hevdîtin pêk anîn.
Sunak û Netanyahû piştî hevdîtinê civîneke rojnamevanî li dar xistin. Netanyahû got ku Brîtanyayê 80 sal berê şerê Naziyan kiriye û niha ew jî şerê naziyên nû Hamasê dikin.
Serokwezîrê Îsraîlê dubare got, ev ne şerê Îsraîlê tenê ye û herwiha şerê cîhana azad û welatên modern ên Erebî ye û diyar kir, “Li aliyê din Hamas, Hizbullah û Îran a xeta şer heye.”
Sunak jî piştgiriya welatê xwe bi Îsraîlê dubare kir û kêfxweşiya xwe bo gihandina alîkariyên mirovî bo nava Şerîda Xezeyê anî ziman.
Herwiha Sunak diyar kir, "Wek hevalê we li vê derê me û di vê dema herî tarî de serbilind im ku li kêleka we me. Emê hevkarên hev bin, bi gelê we re bin. Em dixwazin hûn ser bikevin.”
Sunak, di serdanê de bi malbatên rehîneyên ku 7ê Cotmehê ketine destê Hamasê re jî hevdîtin kir.
Netanyahu bi sedam alîkariya Brîtanyayê û şandina hêzê bo herêmê, spasiya Sunak kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin