Êrîsa bejayî ya artêsa Îsraîlê li basûrê Lubnanê dewam dike
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên bejayî û hewayî yên li ser gelek herêmên Lubnanê didomîne.
Li gorî nûçeya NNA ya Lubnanê, topxaneyên Îsraîlê 2 saetan li başûrê El-Vezzanî, El-Xiyam û deşta Marcayûn xistin.
Balafirên şer ên Îsraîlê li ser rêya Kevkebe-Marcayûnê êrîşa hewayî pêk anîn û ji ber êrîşê rê li trafîkê hat girtin.
Artêşa Îsraîlî her wiha fîşekên hewayî avêtin ser sînorê bajarokê Ayta El-Şeab.
Balafirên şer ên Îsraîlê jî li paytext Beyrûtê firînên tund pêk anîn û li herêma Dahiyeyê jî 8 êrîşên esmanî kirin. Piştî êrîşê ji esmanê Dahiye dûman bilind bû. Hat ragihandin ku di êrîşan de gelek avahî hilweşiyane.
Peyamnêrê AAyê diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji hewayê êrîşî Kampa Penaberên Filistînî ya Ayn el-Hilwa ya li başûrê bajarê Saydayê kir.
Di êrîşê de, ku di encamê de birîndar bûn, mala fermandarê Tûgayên Şehîdên Eqsayê û berpirsê Lubnanê Munîr El-Makda hate armanckirin.
Çavkaniyên tenduristiyê diyar kirin ku di êrîşa li dijî kampê de 3 jê zarok 6 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Tûgaya Şehîdan a El-Eqsayê de hat ragihandin ku di encama êrîşê de Fermandarê Tûgaya Şehîdan a El-Eqsayê û berpirsyarê Lubnanê Mekda û hevjîna wî Nazmiye Hemûdî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin