Rêya Kevirî ku di 132 salan de hatibû çêkirin di bin avê de ma

11 sibat 2022 00:37
Rêya Kevirî ku di 132 salan de hatibû çêkirin di bin avê de ma

PeyamaKurd – Rêya kevîrî ya bi dirêjiya 7 kîlometan a li navçeya Kemaliye ya bajarê Ezirgan ê Bakurê Kurdistanê di bin avê de ma.

Li gorî zanyariyan, ew rêya kevîrî piştî destpêkirina projeyê di heyama dawî ya Osmaniyan de, di nav 132 salan de ango sala 2002yan hatiye temamkirin.

Hat ragihandin ku ji ber berfa zêde ya zivistana îsal û bi helîna berfê re ew rêya dîrokî di bin avê de maye û otomobîl tê de asê mane.

Di wê rêya kevirî de, 38 tunel, kendal û vîrajên teng hene û zêdetirî deh gundan bi hev girê dide û xelkê deverê ji ber girtina rê nikarin çûnûhatina xwe bikin.