Wan | Di 3 salan de 160 kes di rêya penaberiyê de mirin

05 rêbendan 2022 01:02
Wan | Di 3 salan de 160 kes di rêya penaberiyê de mirin

PeyamaKurd - Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê û Komeleya Koç û Lêkolînê ya Serhatê derbarê penaberên ji ser Rojhilatê Kurdistanê ve xwe li sînorên bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê dixin daxuyanî dan.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rêveberê ÎHDê Hamdî Bayhan, hat eşkerekirin li Wanê di 3 salên dawî de 160 penaberan di rêya penaberiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya hevbeş de hat diyar kirin, pêşîgirtina mirinên penaberan li ser sînoran berpirsyartiya hemû dewletan e ku ji ber şerên li Rojhilata Navîn bidawî nabin bi milyonan mirov neçar dimînin terka warên xwe bidin.

Li gorî daxuyaniyê; di nav 3 salên dawî de 49 kes bi qefilîna ji sermayê, 68 kes di encama fetisîna di Gola Wanê de, 42 kes bi qezayên trafîkê, kesek jî di encama êrîşeke çekdarî de, bi tevahî 160 penaberan jiyana xwe ji dest dane.