Rêya Ezirganê ji ber berf û bamistê ji bo TIRan hat qedexekirin

26 adar 2023 04:33
Rêya Ezirganê ji ber berf û bamistê ji bo TIRan hat qedexekirin

PeyamaKurd – Parêzgeha Dêrsimê ragihand ku rêya pira Mûtî û rêya Pulumurê ji bo alavên TIR hatiye girtin. Rêxistina rêyên bejayiyê, tîmên beşa 86an ji bo rêvekin dest bi xebatê kirine lê hê jî ji bo hinek alavan çûna rê talûkeye. Beşa 86an ya rêyên bejayiyê, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:

“Rêya dewletê ya Dêrsim-Pulumurê kîlometreya 0-25 bi sedema barîna berfa zêde ji bo çûnûhata TIR an hatiye girtin.”