Rêya di navbera Sihêla û Zûmarê de hat vekirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêya di navbera deverên Sihêla û Zûmar yên Başûrê Kurdistanê hatiye vekirin.
Îro (21.05.2019) danê sibê rêya navbera deverên Sihêla û Zûmar, ku ji ber rûdanên 16 Cotmeha 2017an hatibû girtin, hat vekirin.
Fermandeyê Pêşmerge û cîgirê berpirsê eniya rojavayê Dîcle, Haşim Sîteyî li ser wê mijarê ji medya Kurdistanê re gotiye, heta niha hikûmetê Iraqê nedihîşt ev rêk were vekirin lê Serok Barzanî ew arîşe çareser kir.
Bi vebûna rêya navbera Sihêla û Zûmarê re, xelkê wan deveran dikarin zûtir bigihên Mûsilê û bajarên derdorê.
Sihêla û Zûmar, du deverên Kurdistanî ne lê girêdayî parêzgeha Mûsilê ne. Sihêla di destê Pêşmerge de ye û Zûmar jî di destê hêzên Iraqî de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin