Deriyê sînorî yê di navbera Sûriye û Iraqê de hat vekirin

02 nîsan 2026 19:40

Serokê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê Quteybe Bedewî, îro Pêncşemê 2yê Nîsana 2026an ragihand ku deriyê sînorî yê Tenef-Welîd ê bi Iraqê re bi fermî hatiye vekirin.

Deriyê sînorî yê di navbera Sûriye û Iraqê de hat vekirin

RûpelNews - Bedewî destnîşan kir ku ev gav ji bo xurtkirina hevkariya aborî û çalakirina tevgera transîtê ya di navbera her du welatan de gelekî girîng e. Hat ragihandin ku ev deriyê sînorî piştî 11 salan ku girtî bû, careke din ji bo veguhastina kelûpel û enerjiyê amade ye.

Merasîma fermî hat lidarxistin

Merasîma vekirinê bi amadebûna Serokê Desteya Deriyên Sînorî ya Iraqê General Omer Ednan El-Waîlî, hevpêşê wî yê Sûriyeyê Quteybe Bedewî, Midûrê Giştî yê Gumrika Iraqê Thamer Qasim Dawid û hejmarek fermandarên leşkerî pêk hat.

Vekirina deriyê Welîd wekî destpêka serdemeke nû ya aborî di navbera Bexda û Şamê de tê dîtin, ku dê bibe sedema hêsankirina veguhastina sotemenî û berhemên bazirganî li herêmê.