Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê derbarê hantavirsê de daxuyanî da
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus got, “Rîska cîhanî ya hantavirusê kêm e.”
RûpelNews - Rêveberê Giştî yê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku bûyerên hantavirusê yên ku li ser keştiya bi ala Hollandayê MV Hondius hatine tespîtkirin, ji bo nifûsa cîhanî re nabe sedema rîskeke mezin.
“Heta niha sê kes ji ber hantavirusê mirine”
Ghebreyesus, ku destnîşan kir heta niha bi giştî 10 bûyer, di nav de sê mirin jî, hatine ragihandin, got ku heşt ji van bûyeran wek vîrusa Andesan hatine piştrastkirin. Wî lê zêde kir ku ji 2yê Gulanê ve ti mirinên nû nehatine tomarkirin.
Ghebreyesus diyar kir ku rêwiyên li ser keştiyê hatine derxistin û piraniya wan li welatên xwe di karantînayê de ne, û tekez kir ku her çend di rojên pêş de dibe ku bûyerên nû derkevin jî, ev yek ne hewce ye ku nîşan bide ku belavbûn zêde dibe.
13 bûyerên hatine piştrastkirin
Di vê navberê de, WHO ragihand ku heta niha 13 bûyer di şewba nû ya Ebola de li Komara Demokratîk a Kongoyê hatine piştrastkirin.
Hat destnîşankirin ku hantavirus bi giranî bi rêya keroşkan tê veguhestin û dikare bibe sedema tayê, êşa masûlkeyan û westînê, her wiha di rewşên giran de têkçûna bêhnstandinê û gurçikan.
