Rêxistina Misrî: Tirkiye û Îran li pey peymaneke nû ya wekî Sykes Picot in
PeyamaKurd - Rêxistina Edil û Tenmiye ya Mafên Mirovan a Erebî (Rêxistina Wekhevî û Geşkirinê) ku rêxistineke Misrê ye, di rapora xwe ya dawî de, hişyariya peymaneke nû ya wekî Sykes-Picot da.
Li gorî rapora rêxistinê di navbera Tirkiye û Îranê de ji bo parçekirina dewletên erebî û dabeşkirina dewlemendiyên wan bi piştevaniya emîrê Qeterê Temîm Bin Hemed tê xwestin ku peymaneke nû ya wekî Sykes Picot were çêkirin.
Berdevkê Rêxistina Edil û Tenmiyê ya Mafên Mirovan Zêdan El-Qenaî di raporê de bang li Misrê, Erebistana Siûdiyê, Îmarat, Behreyn û Urdinê dike ku li hember mêtingeriya Tirkiyê û Îranê ya li ser dewletên erebî rawestin.
Rêxistinê bang li dewletên Ereban jî kir ku piştevaniyê bidin projeya rizgarkirina ji mêtingeriya Îranê ya li Iraq, Lubnan û Yemenê ku bi nûnertiya Hizbullahê li Lubnanê, bi ya Hûsiyan jî li Yemenê pêk tîne û Sûriyê jî vegerînin çarçoveya erebî.
Li aliyê din jî rêxistinê banga piştevaniya projeya rizgarkirina ji wekîlên dewleta Tirk ên li dewletên Ereban û di serî de koma Îxwan El-Mislimîn, Fayêz El-Sîrac û Partiya El-Nehda ya Tunisê kir.
Edil û Temniyê di rapora xwe de, daxwaz ji tevahî şepêlên nîştimanî yên li dewletên Ereban kir ku şerê projeya Îran-Tirkiyê bikin.
Herwiha rêxistinê bang li dewletên Encûmena Hevkariya Kendavê jî kir, heta ku hemû baregehên Tirkiyê li Qeterê neyên girtin û pasdarên Îranê neyên qewirandin bi rêveberiya Qeterê re rûnenên.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin