REWSA DAWÎ | Pistî biryara Sedr Iraq hîn aloztir bû...
PeyamaKurd – Piştî biryara Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr a bi temamî vekişîna ji siyasetê, alîgirên Sedr pêşî bi ser Herêma Kesk a Bexdayê de girtin û ketin nav Koşka Serokomariya Iraqê.
Qedexe hat ragihandin...
Bi alozbûna rewşê re Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, li Bexdayê qedexeya çûnûhatina giştî ragihand û eşkere kir, qedexe ji bo arambûna rewşê hatiye ragihandin ku li demjimêr 15:30 dest pê dike.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê diyar kir, hêzên ewlekarîyê bang li xwepêşanderan dikin ku yekser ji hundirê Herêma Kesk vekişin û da zanîn, ew pabendî astên herî bilind ên xwegirtinê û terefê biratî ne, ji bo pêşîgirtina li pevçûnan û rijandina xwîna Îraqiyan.
Herwiha hat gotin ku hêzên ewlehiyê berpirsiyariya xwe ji bo parastina saziyên hikûmetê, şandên navdewletî, milkên giştî û taybet piştrast dikin.
Kazimî ji Muqteda Sedr alîkarî xwest
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, piştî biryara Sedr û alozbûna rewşê ragihand ku hemû civînên Encûmena Wezîra bo demeke nediyar hatine betalkirin.
Herwiha Kazimî daxwaza alîkariyê ji Muqteda Sedr jî kir û xwest, ji alîgirên xwe vekişîna ji Herêma Kesk a Bexdayê bixwaze da ku hemû alî aram bibin.
Li Besrayê jî xwepêşandan...
Li aliyê din, li Besrayê jî xwepêşandanan dest pê kiriye ku rewşa Iraqê ji ber krîza siyasî her diçe xirabtir dibe û ber bi rewşeke nediyar ve diçe.
Sedr vekişîna xwe ya bi temamî ji siyasetê ragihand
Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir îro bi peyamekê ragihand ku wî destê xwe ji karê siyasî vekişandiye û piraniya sazî û dezgehên girêdayî tevgerê jî têne girtin.
Sedir gotiye, tevî ku wî destê xwe ji karê siyasî kişandiye, ew dê li Necefê wek lêvegereke mezin bimîne û wê “Mezargeha Pîroz” û “Dezgeha Mîrateyên El-Sedir” jî vekirî bimînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin