Rêwaz Fayeq: Em xemgîn in ji ber nûçeya xemgîn a teqîna gazê li mala hamwelatiyekî Silêmaniyê
PeyamaKurd – Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq li ser teqîna Silêmaniyê diyar kir: “Ez bang li berpirsê yekîneya îdarî û hemû saziyên pêwendîdar li Silêmaniyê dikim ku bi hemû hêza xwe ji bo rizgarkirina qurbaniyan kar bikin.”
Do Pêncşemê li Silêmaniyê ji ber derketina gazê di sîstema sobeyê de teqînek çêbû û di encamê de gelek kesan can dan û birîndar bûn.
Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq di peyama xwe de da zanîn: “Em xemgîn in ji ber nûçeya xemgîn a teqîna gazê li mala hamwelatiyekî Silêmaniyê.”
Herwiha eşkere kir: “Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên vê bûyera diltezîn re dixwazin, ji Xweda sebr û aramiyê dixwazin. Ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin û daxwaz ji berpirsê yekîneya îdarî û hemû saziyên pêwendîdar li Silêmaniyê dikin ku bi hemû hêza xwe bo rizgarkirina qurbaniyan kar bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin