Rêvebiriya Xweser biryara berdana hinek zîndaniyan da
PeyamaKurd- Rêvebiriya xweser ya rojavayê Kurdistanê biryar da ku hinek zîndaniyan ji zîndanan berdin. Kesên ku bo berdana wan biryar hatiye dayîn, ew girtîne ku nexweşînên wan yên kornîk hene, yên birîndar, kesên ku li pey qaîdeyên zîndanan çûne û kesên ku cezayên wan kêm mane ne. Rêvebiriya rojava biryara xwe bi awayeka nivîskî bo raya giştî ragihand. Di beyanê de weha hat gotin:
“Li ser însiyatîva Meclisa Demokratîk ya Sûriyê û banda Neteweyên Hevgirtî ku xwestibû zîndanî bên berdan, bo berlêgirtina koronavîrusê vê biryarê da. Em qanûnên navdewletî û mafên mirovan jî didin ber çav û me biryarê da ku ew kesên cezayên wan kêm mane, yên halxweş tevegeriyane, birîndar û yên nexweşînên wan yên kronîk hene, wê bên berdan.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin