Rêveberiya Rojava: Em guhertina demografiyayê bi tundî red dikin
PeyamaKurd – Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Ebdulkerîm Umer îro li Qamişlo bi civîneke rojnamevanî derbarê êrîşên Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî dan.
Hevserokê Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Umer di civîna rojnamevanî de ragihand, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî guhertina demografî ku ji aliyê artêşa Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine pêk tîne red dike.
Umer destnîyan kir, xelkê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi çekên NATO tên kuştin û xelkê herêmê bi awayekê plankirî rastî proseya kuştinê tên, bi awayekî ku kadroyên tîmên tendirsutiyê û tîmên hawarçûnê jî dibin armanca êrîşan.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser got, divê Neteweyên Yekbûyî û welatên cîhanê êrîşa Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin û êrîşê bidin rawestandin û rê li rûdana karesatê li navçeyê bê girtin.
Umer li Efrînê Kurdan rêjeya 97%ê nîştecihên herêmê pêk dianî, lê piştî êrîşa Tirkiyê niha rêjeya wan ketiye 25% û got, ew yek di encama guhertina demografiya herêmê de çêbûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin