Rêveberiya Rojava bersiva daxuyaniya Esed a ‘nasnameya erebî’ da
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, li ser daxuyaniyên Serokê Sûriyê Beşar Esed yên roja 7ê Kanûnê li Şama daxuyanî da.
Esed di civîneke lige zanayên ola îslamê de gotibû, nasnameya Sûriyê Erebî ye û tenê yek şaristanî li Sûriyê heye ku ew jî şaristaniya Erebî ye û destnîşan kiribû, “Ti alî nikare vê yekê biguherîne.”
Rêveberiya Xweser daxuyaniyên Esed ên derbarê yek nasnameya Sûriyê ya Erebî de diyar kir, redkirina pirrengîbuna Sûriyê xizmeta siberoja Sûriyê û yekîtiya gelê wê nake û hat gotin: "Nirxandina teng a pêkhateya Ereb, tê wateya înkarkirina eşkere ya pêkhateyên din ên resen li Sûriyê û hewldana asîmîlekirina van pêkhate, çand û pirrengiya pêkhateyên li Sûriyê wekî Kurd, Suryan, Ermen, Çerkez û hwd."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Piştî 10 salan hîna aloziya Sûriyê dewam dike û heta niha hewldanên ji bo dîtina çareseriyeke rasteqîn xuya nekirine. Hîna gelek alî û di serî rejima Sûriyê rewşa heyî û guhertinên ku çêdibin paşguh dikin. Ev nixandina şaş ji bo rastiya li ser erdê, bandoreke mezin li kûrkirina aloziyê dike û azarên gelê Sûriyê zêdetir dike.
Tiştê balkêş ew e ku piştî rûxandin, kuştin, koçberkirin, dagirkerî û terorê, hîna jî bawer dikin ku bi vê paşguhkirinê aloziyê çareser bikin. Lê belê tê zanîn ku sedema van hemû karesatan, zimanê înkarkirinê ye.
Serokê Sûriyê di 7`ê vê mehê de beşdarî civîna asayî ya berfireh a Wezareta Ewqafê ya li Mizgefa Osman a Şamê bûbû û girêdayî hin dozan nirxandin kiribû, her wiha rewşa welat bi temamî nenirxandibû û pirrengiya li Sûriyê înkar kiribû. Ev yek nîşan dide ku hîna hikumet li hemberî gelek tiştan ne vekirî ye ku divê ew yek di hemû aliyan de ku îdiaya parastina berjewendiya Sûriyê û gelê wê dikin, peyda bibe.
Axaftina Esed a li ser pirrengiya li Sûriyê û tenê wek rengekî anku tenê pêkhateya Ereb derxistina pêş, bi guhertinên li Sûriyê tên xwestin û bi hewldanên avakirina Sûriyeke nû re, li hev nayên. Nirxandina teng a pêkhateya Ereb, tê wateya înkarkirina eşkere ya pêkhateyên din ên resen li Sûriyê û hewldana asîmîlekirina van pêkhate, çand û pirrengiya pêkhateyên li Sûriyê wekî Kurd, Suryan, Ermen, Çerkez û hwd.
Em rêzdariyê li hemberî hemû pêkhateyên digirin û tekez dikin ku Ereb beşeke mezin û resen ê tevna Sûriyê ne. Lê belê divê bi rêya bikaranîna vê pêkhateyê û nasnameya wê ya sûrî, nebe amûrek ku rejîm pê siyaseta xwe bimeşîne ku îdia dike ku xizmeta Ereban dike. Di rastiyê de ew siyaset tenê xizmeta berjewendiyên rejîmê dike. Tevî gotinên serokê Sûriyê yên li ser rola Ereban jî, Ereb jî wekî hemû pêkhateyên din rastî înkarkirinê tên.
Ev xîtaba klasîk beriya çend salan jî bi xwe re tu çareserî neanîn û tu hêviyên ji bo pêkanîna encamên erênî jê tune ne.
Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em tekez dikin ku di roja îro de pêdiviya Sûriyê bi wê yekê heye ku hemû alî zimanekî li gorî pirrengî û rewşa heyî li Sûriyê bi kar bînin. Înkarkirina pêkhate yan gelekî ji gelên Sûriyê, dewlemendiya civakî, çandî û olî li Sûriyê tune dike, ew tunekirin jî xizmeta pêşeroja Sûriyê û yekitiya gelê Sûriyê nake, berevajî wê hemû hewldanên parçekirina yekitiya civakî hêsan dike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin