Rêveberiya Rewsa Hewaya Kurdistanê: Pêleke din a baranê wê li Hewlêrê bibare

13 rêbendan 2022 16:59
Rêveberiya Rewsa Hewaya Kurdistanê: Pêleke din a baranê wê li Hewlêrê bibare

PeyamaKurd Rêveberiya Rewşa Hewaya Kurdistanê hişyarî da û diyar kir, pêleke din a baranê wê li Hewlêrê bibare.

Ji do êvarî ve baraneka tund li Hewlêrê dibare, ji ber wê jî li gelek tax û deverên bajêr lehî û av rabûye.

Berpirsê Rewşa Hewaya Kurdistanê Îbrahîm Fazil li ser rewşa hewayê daye zanîn, ew barana ku li Hewlêrê bariye, herî kêm 20 mm bûye.

Îbrahîm Fazil herwiha eşkere kiriye, niha hinekî baran rawestiyaye lê wê dîsa dest pê bike û mîna ya şev tund nabe.