Rêveberiya Koçê ya Tirkiyeyê, hejmara koçberan ragihand

17 tîrmeh 2023 03:30
Rêveberiya Koçê ya Tirkiyeyê, hejmara koçberan ragihand

PeyamaKurd- Li gor daneyên ku ji aliyê Gerînendehiya Giştî ya Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê ve hatin eşkerekirin, li Tirkiyeyê hejmara koçberan gihîşt 4 milyon û 893 hezar û 752yan.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Gerînendehiya Îdareya Koçê hat dayîn de li ser hejmara koçberên li Tirkiyeyê û hejmara taxên ji koçberan re hatine girtin, agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Heta îro li 1169 taxên ku hejmara biyaniyan li gorî hejmara welatiyên Tirkiyeyê ji % 20î derbas bû, ji bo ku zêdahî kêm bibe, qeydên biyanî yên nû hatin girtin. Hejmara taxên Stenbolê 54 e. Li welatê me hejmara koçberan 4 milyon û 893 hezar û 752 ye.

Hejmara biyaniyan, her hefte li ser navnîşana goc.gov.tr ​​ya Gerînendehiya Îdareya Koçê bi rêkûpêk tên weşandin. Şîroveyên bêbingeh bi taybetî di medyaya civakî de di derbarê hejmara biyaniyên li welatê me ne û amarên ku hatine weşandin rastiyê nîşan nadin. Em careke din tekez dikin ku têkoşîna me ya li dijî koçberiya neqanûnî bi israr û biryardarî berdewam dike."