Rêveberiya Hec û Umreyê ya Kurdistanê, hejmara rêwiyên Hecê eskere kir

27 nîsan 2022 19:04
Rêveberiya Hec û Umreyê ya Kurdistanê, hejmara rêwiyên Hecê eskere kir

PeyamaKurd- Rêveberiya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê, îsal dê ji 2 hezaran zêdetir welatiyên Kurdistanê biçin Hecê.

Şêx Niyaz Raxib Neqişbendî, li ser navê Rêvberiya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê daxuyanî da çapemeniyê. Neqişbendî da zanîn ku Erebistana Siûdî îsal tenê rê dide milyonek kes ku biçin Hecê. Hat ragihandin ku ji van kesan 150 hezar kes, xelkên Erebistanê û yên din jî xelkên welatên din ên cîhanê ne.

Şêx Niyaz Neqişbendî, hejmara ku para Iraq û Herêma Kurdistanê jî ketiye eşkere kir û got ku îsal 15 hezar û 252 kes ji Iraqê û 2 hezar û 120 kes jî ji Kurdistanê diçin Hecê. Neqişbendî ji bo kesên serlêdana Hecê kirine jî got ku “Li Kurdistanê 4 hezar û 359 kesan navên xwe tomar kirine lê ji ber ku Erebistanê mercê temen daniye, loma em neçar in destpêkê wan kesên ku temenên wan herî kêm 65 sal in, bişînin paşê jî yên din bişînin. Lê piştrast bin ku mafê tu kesî/ê nayê xwarin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku îsal vîzeya bazirganiyê tuneye, ji ber vê yekê jî bila welatî diravên xwe ji bo vê yekê xerc nekin. Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îsal nêzîkî 270 kompanî welatiyên Kurdistanê dibin Hecê. Hat zanîn ku tevahiya wan kompaniyan hatine hişyarkirin ku heger di xizmetguzariyan de xemsariyê bikin ew ê bên sizadan.