Rêveberên HDPê û sendîkeyan hatin binçavkirin

26 mijdar 2018 15:55
Rêveberên HDPê û sendîkeyan hatin binçavkirin

PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarî ya Enqerê bi hinceta lêpirsîneke derbarê PKK/KCKê de, derheqê 16 kesan de biryara binçavkirinê derxist. Herwiha li bajarên Amed, Îzmîr û Stenbolê jî gelek endam û rêveberên HDPê hatin binçavkirin.

Piştî biryara dozgeriyê îro 26ê Mijdarê danê sibê polîsan li bajarê Enqerê bi ser malên rêveberên HDPê û çend sendîkayên karker û karmendan de girtin û ew kesên biryara binçavkirinê li ser wan hebû, hatin binçavkirin.

Li Amedê jî parlamentara berê ya HDPê û Endama Dîwana Kongra Civaka Demokratîk (KCD-DTK) Mulkiye Birtane di serdegirtina malê de hat binçavkirin.

Dîsa li gor zanyariyan li bajarê Îzmîrê zêdetirî 20 kesên ku dixwestin ji bo civîna rêveberiya HDPê biçin Enqerê li balafirgehê hatin binçavkirin.

Li Stenbolê jî parêzereke stajyer a bi navê Nîmet Acar hat binçavkirin.