Berdevkê HDPê: Di protestoyan de 500 kes hatin binçavkirin

23 tebax 2019 18:04
Berdevkê HDPê: Di protestoyan de 500 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay ragihand ku di protestoyên piştî tayînkirina qeyûman bo şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê de heta niha bi qasî 500 kes hatine binçavkirin û di mudaxeleyên polîsan de ji bilî girseyê parlamenterên wan jî hatine derbkirin.

Kubilay got, “Di çalakiyan de bi qasî 500 kes hatin binçavkirin. Her çiqas ev berxwedana mafdar a ku rastî êrîşên tund ên polîsan hatiye, medya nexwaze bibîne jî bi hemû tundiya xwe dewam kir. Bi dehan kes birîndar bûn. Parlamentarên me wekî ku bên lînçkirin hatin derbkirin. Bawer bikin di laşê wan de tije şopên copan hene.”

Kubilay destdanîna ser şaredariyan wekî kotedayeke siyasî binav kir û got, “Ji ber ku wan dizanî di hilbijartinên 31ê Adarê re bi ser nakevin, derbeya qeyûman berê plan kirine. Belgeya wê jî heye.”

Gunay Kubilay diyar kir, deshilatdariya AK Partiyê ji bo pêşiya proseya guhertina siyasî ya 31ê Adarê derketiye holê bigire, biryara qeyûman daye ku nefret, kîndarî û dijminatiya wan ji wê tê.