Rêveberên HDPê jî di nav de 25 kes hatin desteserkirin

19 adar 2021 15:30
Rêveberên HDPê jî di nav de 25 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Operasyonek ji bo girtina endamên HDPê, li Stenbol, Edene û Enqerê destpê kir. Di encamê de, rêveberên HDPê jî di nav de, heta niha 25 kes hatin desteserkirin. Hevserokê IHDê Ozturk Turk Dogan jî hat desteserkirin.

Di çarçova lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de, hêzên ewlehiyê li 4 navçeyên Stenbolê, girtin ser 15 navnîşanan û di encama wê operasyonê de, 10 kes hatin desteserkirin û hewlên girtina 5 kesên din jî berdewam in. Di nav kesên hatine desteserkirin hevserokên HDPê yên navçeyên Beşîktaş û Kagithaneyê jî hene.

Yek ji wan kesên hatine girtin Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Ozturk Turkdogan e û li gor daxuyaniya IHDê, derbarê sedema desteserkirinê de zanyarî nehatiye dayîn.

Herwiha IHDê di daxuyaniya xwe dediyar kiriye: “Ev dawîn nimûneyeke eşkere ya zext û guvaşa li ser parêzvanên mafên mirovan e.”

Zanyarî destnîşan dikin, bi beşdariya hêzên taybet li Edene jî ji bo girtina endamên HDPê operasyon hat destpêkirin û girtin ser gelek malan.

Di encama wan serdegirtinan de, 15 kes ji endamên HDPê hatin desteserkirin.

Li Enqereya paytexta Tirkiyê jî, derbarê 12 endamên HDPê de biryara desteserkirinê hat dayîn.