Reuters û AFPê vekisîna YPGê bi nûçeyên lezgîn ragihandin
PeyamaKurd – Ajansên nûçeyê yên navdewletî Reuters û AFPê îro bi spota lezgîn ragihandin ku piştî lihevkirina Tirkiye û Amerîkayê hêzên YPGê ku hêza sereke ne di nav Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de dest bi vekişîna ji sînorên ligel Tirkiyê kirine.
Li gorî wan ajansan YPGê çekên xwe yên giran ji ser hin xalên bakurê Sûriyê vekişandin.
Îro Bûroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê ragihandibû û dabû xuyakirin:
“Gavên despêkê di 24ê mehê de li Serê Kaniyê dest pê kirin, mewzî hatin rakirin, komeke ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tevî çekên giran paşve kişiyan û noqteyên sînor radestî meclîsa leşkerî ya heremê kirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin