Reuters: Tifaqa Netewî wê 'wî navî' bîne ser aboriyê!
PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a navneteweyî Reuters ku navenda wê li Îngilîstanê ye, li ser zarê 4 jêderên payebilind nivîsand, ger di hilbijartinên 14ê Gulanê de bên lidarxistin de Tifaqa Netewî bi ser bikeve, ew plan dike ku Serokê Partiya DEVA Alî Babacan weke cîgirê serokê berpirsê aboriyê tayîn bike.
Berpirsekî pilebilind ê Tifaqa Netewî got, "Gelek îhtîmal e ku heta niha tu biryarek nehatiye dayîn, lê di sîstemeke ku Babacan birêve dibe de, wê pêkhateyek hebe ku wezaretên girîng ji aliyê aliyên din, sazî û rêxistinên din ve werin girtin, wê bi awayekî herî guncaw bi berpirsan re bê girêdan. Wezareta Darayî jî dikare bibe du parçe."
Rayedarekî CHPê jî got, "Helbet lêkolîn û amadekariyên rêveberiya aboriyê wê çawa çêbibe hene. Kiliçdaroglû diyar kiribû, dema dest bi wezîfeyê kir yek ji wan tiştên ewil wê bike, dûrxistina Serokê CBRT û endamên MPKê ji wezîfeyê ye."
Rayedarê CHPê got: "Wê Bankeya Navendî ya serbixwe çêbibe" û dû re wiha li axaftina xwe zêde kir: "Wê midaxeleyên siyasî çênebin. Di warê rêvebirina aborî de Partiya Dewa û Babacan vê gavê amadetir xuya dikin. Kadroyên aborî yên partiyên me gelek baş û bi îdia ne. Em ê bibin xwediyê avahiyek ku şert û mercên bazara azad tê de werin sepandin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin