Reuters: Ew kes, teqez di kabîneyê de cih digirin

01 hezîran 2023 19:30
Reuters: Ew kes, teqez di kabîneyê de cih digirin

PeyamaKurd- Di derbarê kabîneya nû ya ku piştî hilbijartinan ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ve tê avakirin de navên cuda ketin rojevê.

Li ser vê mijarê Reutersê ji aliyê çavkaniyên payebilind ên AK Partiyê ve piştrast kir ku 3 namzedên nû yên wezîrtiyê diyar bûne. 

Çar berpirsên payebilind ku ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivîn, diyar kirine ku hema hema teqez e ku Erdogan wezîrê berê yê darayî Mehmet Şîmşek di kabîneya xwe ya nû de bi cih bike.

Li gorî nûçeya taybet a Orhan Coşkun a Reutersê, rayedaran diyar kiriye ku Mehmet Şîmşek ê ku bi eslê xwe Kurd e û ji bajarê Êlihê yê bakur e, dikare bibe Alîkarê Serokê Giştî yê Aboriyê yan jî Wezîrê Xezîne û Darayiyê.

Li gorî heman rayedaran, hema hema teqez e ku Berdevkê Serokomariyê Balyoz Îbrahîm Kalin û Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan jî di kabîneya nû de cih bigirin.