Reuters: "Li Kerbelayê ji xwepêsandêran kûstî hene"
PeyamaKurd - Ajansa Reutersê ragihand ku xwepêşandêran karîn biçin nava baregeha Pêrêzgeha Kerbelayê, pasewanên Esaib Ehlulheq li Kerbela gule berdana wan.
Li gor zanyariyên Reutersê pasewanên Esaib Ehlulheq bi serokatiya Qeys El-Xezelî teqe li xwepêşandêran kirin û di encamê de kuştî û birîndar di nav xwepêşanderan de ketin.
Da zanîn ku, piştî demekê ji rêgirtin û asteng kirinê xwepêşandêran karîn biçin nava baregeha Pêrêzgeha Kerbelayê.
Xwepêşandêran başûrê Iraqê li parêzgehên Necef, Babil, Mîsan, Nasiriye û Besrayê xwepêşandanên xwe berdewam kirin û êrîş li ser binkeyên çend partî û aliyekê hatin kirin.
Serokwezîrê Iraqê hêzên welat hemû xist rewşa amadebaşiyê bo li hember xwepêşanderan bikevin tevgerê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin