Reuters: Îran fuzeyan sand Iraqê

31 tebax 2018 18:16
Reuters: Îran fuzeyan sand Iraqê

PeyamaKurd- Li gor ajansa Reutersê rêvebiriya Tehranê bo hevkarên xwe yên Şîa fuzeyên ku menzîla wan li dora 700 km. ye şandiye Iraqê. Eger ew fuze li rojava û başûrê Iraqê bên bicîhkirin, wê karibin ji wê derê li payîtexta Erebistana Si’ûdiyê li Riyadê û payîtexta Îsraîlê li Telavîvê bidin. Baregehên Hêzên Qudsê yên Îranê li başûr û rojavayê Iraqê hene.

Li gor çavkaniyên ajansa Reutersê biryara şandina van fuzeyan 18 meh berê hatiye dayîn. Fuzeyên menzîla wan kurt jî meha borî şandibûn Iraqê.