Sanda pasevanên sînor a Îranê û Iraqê li Hewlêrê civiyan
03 cotmeh 2023 22:37
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çarçoveya pêkanîna rêkeftina parastina sînoran a di navbera Îran û Iraqê de, ji bo rêgiriya partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, şandên pasevanên sînor ên herdu welatan li Hewlêrê civiyan.
Civîna ku hatibû plankirin li Derîyê Hacî Omeran ê navçeya Çoman a Hewlêrê bê kirin, li ser daxwaza Îranê Hewlêrê hate encamdan.
Li gorî zanyariyan, di civînê mijarên ewlehiya sînoran û pirsgirêkên li ser sînoran hatin nirxandin. Hate ragihandin ku ji herdu aliyan jî hejmarek zêde fermandarên pasevanên sînor beşdarî kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Sanda Iraqê li Hewlêrê dest bi lêkolîna ser êrîsa Îranê dike
21 rbn 2024
Jiyan
Ji pasdarên Îranê li ser sînorê Iraqê rahênana leskerî
11 tbx 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin