Reuters: Amerîka û Rûsyayê xeteke danûstandinê çêkirine
04 adar 2022 15:29
PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Reutersê diyar kir, ji bo hev şaş fêm nekin, Amerîka û Rûsyayê xeteke danûstandinê çêkirin.
Li gor Reutersê da zanîn, Amerîka û Rûsya ji bo hev du şaş fehm nekin ew xet çêkirine.
Bi vê xeta danûstandinê, ew ê wezaretên berevanî yên Amerîka û Rûsya ji hev du haydar bin.
Herwiha rayedarekî Amerîkî yê nexwestiyê navê wî eşkere bibe ji Reutersê re daye zanîn, ew xet ji bo bûyerên leşkerî yên belkîyî û rawestandina gurbûna aloziyê hatiye çêkirin û ew xeta Amerîka û Rûsyayê, di 1ê Adarê de ava bûye.
Amerîka dibêje li Ukrayna tu leşkerê mê tune, lê ji ber êrîşa Rûsya ya dijî wî welatî, Washington û hevbendên wê ketine fikaran ku ew şer belav bibe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Reuters: Rûsyayê berîya hilbijartinan deynê gazê yê Tirkiyê bipas xist
10 gln 2023
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin