Rêkeftina 'Destxwiskiya Parîs û Hewlêrê' sibe tê îmzekirin
PeyamaKurd - Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr û paytexta Fransayê Parîs bi rêkeftinekê dibin destxwişkên hev.
Di roja 230emîn a serxwebûna Fransayê de ku îro 14 Tîrmehê bi gelek çalakî û merasîman tê pîrozkirin, şandeke Herêma Kurdistanî be seroktiya Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî jî vexwendî ye.
Tê çaverêkirin şanda Kurdistanê ya li Fransayê wekî ku di serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Parîsê de hatibû ragihandin, rêkeftina destxwişkiya bajarên Hewlêr û Parîsê îmze bike.
Hat diyarkirin ku dê rêkeftina destxwişkiyê sibe 15ê Tîrmehê ji aliyê parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hîdalgo ve were îmzekirin.
Piştî vê rêkeftinê dê hevkarî û pêwendiyên aborî, kulturî û jîngehî di navbera wan destexwişkan de zêdetir û xurttir dibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin