Rejîma Sûriyeyê hêz û çekên giran arasteyî bajarê Durziyan Siwêdayê dike
02 gulan 2024 17:38
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku artêşa rejima Sûriyeyê gelek hêz û çekên giran dişîne parêzgeha Siwêdayê.
Li gorî ajansên herêmî yê Sûriyeyê, hêzên artêşa Sûriyeyê ji sê rojan ve gelek hêzên leşkerî û gelek çêkên giran dişîne Siwêdayê.
Li gorî agahiyan, ew hêz bi tank û topên giran li frokexaneyên leşkerî û navendên dezgeha sîxuriyê ya Sûriyeyê (EL Muhaberat) tên bicihkirin.
Li Siwêdayê ji Tebaxa 2023yan ve li dijî Hikûmeta Sûriyeyê xwepêşandan pêk tên û şandina çekên giran bûye sedema metirsîdariya şêniyên Siwêdayê.
Parêzgeha Siwêdayê, li başûrê Sûriyeyê, li ser sînorê Urdinê ye û piraniya şêniyên wê Durzî ne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
CENTCOM: Spas ji bo Sûriyeyê ku rê li ber çekên Hizbullahê girt
06 brf 2025
Kurdistan
Tevî tank û çekên giran nekarîn bikevin Şêx Meqsûdê
09 rbn 2026
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin