Rejîma Îranê 7 welatiyên Belûçî bidarve kir
21 tebax 2022 16:11
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi biryara dadgehên rejîma Îranê 20ê Tebaxê roja Şemiyê 7 welatiyên Belûçî bi tohmetên cuda hatin bidarvekirin.
Li gorî çavkaniyên rêxistinên çalakvanên Belûçistanê, bi tawana kuştina bi zanebûn û kirînûfirotina madeyên hişber 7 kesên li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatibûn girtin, hatin darvekirin.
Hat zanîn ku ew 7 kes li girtîgehên bajarên “Zahidan, Îranşar, Zabul û Serawan” hatine bidarvekirin û 2 kesên din jî bo bicihkirina cezayê îdamê birine odeyên takekesî li girtîgeha bajarê Zabulê.
Ji sala 2021ê ve 314 kes di girtîgehên rejîma Îranê de hatine bidarvekirin ku piraniya wan Kurd û Belûç in.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rejîma Îranê 2 girtiyên Belûc bidarve kir
05 brf 2022
Jiyan
Rejîma Îranê girtiyekî Kurd bidarvekir
21 îln 2021
Cîhan
Rejîma Îranê yek ji wan zarok du welatiyên Kurd bidarve kirin
04 trm 2021
Cîhan
Rejîma Îranê di meha Adarê de 58 bidarvekirin: 8 ji wan Kurd in
02 nsn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin