Rejîma Îranê li Pîransarê 7 kurd desteser kirine
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiya Rejîma Îranê 7 kurdên xelkê bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê desteser kirine ku ew Ferdîn Mehmûdî, Nêimet Ehmdnijad, Murad Ostiwar, Mihemed Sohrabî, Hîwa Şoca’î, Enwer Îbrahîmî û Cêgir Mucahidî ye.
“Hîwa Şoca’î û Mihemed Sohrabî dema protestoyên qetilkirina Jîna Emîniyê jî hatine desteserkirin.”
Raporeke ku gihaye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, radigihîne ku duh, (20.01.2025) Cêgir Muhacirê (25) xelkê gundê “Alwetan”ê yê bi ser Serdeştê û rûniştiyê bajarê Pîranşarê, Nêimet Ehmednijad (37) û xelkê gundê “Likbin”ê, Murad Ostiwar (45) û xelkê “Peswê”, Enwer Îbrahîmî (37) û xelkê gundê “Kone Lacan”, Hîwa Şoca’î (34), Ferdîn Mehmûdî (30) û Mihemed Soharbî (31) û ji Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine desteserkirin.
Ferdîn Mehmûdî, aktîvîstê sivîl û jîngehparêziyê û Hîwa Şoca’î û Mihemed Sohrabî, du kes in ku dema protestoyên Jîna Emîniyê jî hatibûn desteserkirin, li cihê karê xwe hatine desteserkirin û bi dû re avêtine ser malên wan jî.
Her çar kurdistaniyên din jî li malên xwe hatine desteserkirin.
Hengaw tekez dike ku tevî ku malbatên wan hewl daye saloxekê ji wan hilînin jî bê ka rejîma Îranê wan li ku desteser dike û ew bi çi tohmetê desteser kirine jî, negihîştine encamekê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin