Rejîma Îranê cezayê sêdarê da Rapbêj Tomaj Salihî
PeyamaKurd - Parêzerê Rapbêjê Îranî Tomaj Salihî ku ji ber piştgirîkirina xwepêşandanên dijî rejîma Îranê hatibû girtin ragihand ku Salihî bi sêdarê hatiye cezakirin.
Tomaj Salihî bi stranên xwe piştgirî dabû xwepêşandanên ku bi kuştina Maşa Emînî dest pê kiribûn.
Keça Kurd Maşa Emînî, di 2022an de piştî ku ji hêla polîsên exlaqî ve hatibû binçavkirin bi sedema ku çarşefa xwe bi rêkûpêk negirtiye di bin çavan de hatibû qetilkirin.
Piştî qetilkirina Maşayê, li Rojhelatê Kurdistan û Îranê li dijî rejîmê xwepêşandanên pir mezin pêk hatibûn û di encamê de bi sedan kes hatibûn kuştin û girtin.
Parêzerên Tomaj Salihî, Amir Reîsiyan diyar kir ku ew ê ji bo betalkirina cezayê sêdarê yê rapbêjê hezkirî serdana îtîrazê bikin.
Di derbarê cezayê sêdarê yê Tomaj Salihî de rayedarên rejîma Îranê hîn ti daxuyanî nedane.
Salihî yekem car di Cotmeha 2022an de piştî daxuyaniyên xwe yên ji bo piştgirîdayîna xwepêşandanan hatibû binçavkirin û bi gelek tawanan hatibû tawanbarkirin.
Salihî bi saya biryara Dadgeha Bilind a Îranê, di Tîrmeha 2023an de ji cezayê darvekirinê rizgar bûbû û şeş sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Lê belê hat diyarkirin ku di meha Çileyê de Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê ji bilî tawanbariyên ku beriya niha jê beraat kiribûn dozên nû jî li Salihî vekiriye.
Parêzer Amîr Reîsiyan diyar kir ku dadgeha şoreşê biryara efûyê ya Dadgeha Bilind nas nekiriye, dozên nû vekirine û cezayê herî giran li rapbêj Tomaj Salihî biriye.
Beriya xwepêşandanên 2022an, Salihî ji ber hunermendekî rikberê rejîmê bû, pêkanîna konseran jê re hatibû qedexekirin. Ji ber vê yekê Salihî stranên xwe li ser medyaya civakî parve dikir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin