Rejîma Îranê cezayê sêdarê da çalakvana Kurd Serîfa Mihemmedî

05 tîrmeh 2024 18:49
Rejîma Îranê cezayê sêdarê da çalakvana Kurd Serîfa Mihemmedî

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Dadgeha rejîma Îranê, cezayê sêdarê daye çalakvana Kurd a Rojhelatê Kurdistanê Şerîfa Mihemmedî.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) ku navenda wê li Norwêcê ye û Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye, Şerîfa Mihemedî bi angaşta cezayê "serhildana li dijî rejîma Îranê" dihate darizandin, ji aliyê dadgeha rejîmê ve tawanbar hatiye dîtin.

Mihemmedî ku di Kanûna 2023an de li bajarê Reşt ê Îranê hatibû girtin, bi cezayê herî giran ê sêdarê tawanbar hate dîtin.

Şerîfa Mihemmedî bi endambûna partiya Kurd a Civaka Karkerên Kurdistanê (Komele) ku ji aliyê rejîma Îranê ve qedexe tê dîtin jî dihate tawanbarkirin.

Hengawê da zanîn ku çalakvana Kurd Şerîfa Mihemmedî dema di girtîgehê de bûye, ji aliyê efserên sîxuriya rejîma Îranê ve rastî “Skenceya laşî û derûnî” hatiye.

Her du rêxistinan got, dadgeha şoreşê li Reşt, navenda parêzgeha Gîlanê ya li ser deryaya Xezerê, ew sûcdar dît û piştî dadgehkirinê cezayê darvekirinê lê birî.

Çavkaniyek ji malbata wî re got ku Mihemedî endamê rêxistineke kedkar a xwecihî bû û "tu pêwendiya wî bi Komele re tune bû".