Rejîma Esad, ji bo Tirkiyeyê 2 sert ragihandin
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarekî Suriyeyê ve hat ragihandin ku rejîma Esad, ji bo pêwendiyên navbera Suriye û Tirkiyeyê asayî bibin, 2 şert danîne.
Serokê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî yê Parlamentoya Suriyeyê Butrus al-Marjan, li ser mijarê ji bo rojnameya Rus İzvestiyayê axivî. Marjan, li ser mijara têkiliyên navbera Tirkiye û Suriyeyê û hewilên asayîkirina pêwendiyên navbera Enqere û Şamê nirxandin.
Marjan di nirxanidnên xwe de da zanîn ku Suriye ji bo asayîkirina pêwendiyên ligel Tirkiyeyê amade ye lê belê ji bo vê 2 şertên wan hene.
Rayedarê ku li ser mijarê axivî, da zanîn ku ji bo lihevkirinê, divê Enqere hêzên xwe yên leşkerî ji Suriyeyê vekişîne û hebûna xwe ya leşkerî li herêmê bi dawî bike.
Şertê din jî wisa hat ragihandin ku divê Tirkiye dawî li piştgiriya xwe ya ji bo Artêşa Azad a Suriyeyê bîne.
Marjan di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ji bo têkilî asayî bibin, astengiyên cidî li pêş hene û niha jî ji bo ewlehiyê, di navbera Tirkiye û Suriyeyê de hin pêwendî hene.
Rayedarê Suriyeyê Marjan di dawiya nirxandinên xwe de bal kişand ser berjewendiyên hevpar ên navbera herdu welatan û xwest ku herdu dewlet têkiliyên xwe li ser cîrantiya baş ava bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin